|
|
||
|
|
Kurdischsprachige- oder über
Kurdengeschriebene Bücher und |
|
|---|---|---|
|
|
Dr. Eskerê BoyîkJiyan Eskerê Boyik helbestvan û nivîskarekî kurdê Ermenîstanê ye. Dr. Eskerê Boyîk di sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze), li Ermenistanê hatiye dinyayê. Berê li gundê xwe, paşê li gundê cîran: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966an Enstîtuya bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xelas kiriye. Teza kandîdatê ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên ilmî (pirtûk, biroşûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap bûne. Di salên 1960î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de hatine weşandin. Helbest û nivîsên wî rojname û kovarên mîna Özgürlük Yolu, Riya Teze, Deng, Dema Nû da hatîye weşandin. Mijara helbestên wî zêdetir xweza û evînîye û bi devoka kurdên ermenîstanê nivîsîye. Gelek helbestên wî li tirkî jî hatîye wergerandin. Dr. Eskerê Boyîk niha jî li Almanyayê dijî.
|
Empfehlenswert
|
|
|
||